Serokkomarê Iraqê ji serokê MÎT’ê re got: Divê rêz ji serweriya me re bê girtin

Serokkomarê Iraqê di serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a li Iraqê de, destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk wê bandoreke neyînî li têkiliya wan bike û got, “Divê Tirkiyeyê rêzê nîşanî serweriya Iraqê bide.”

Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd li Bexdadyê li gel Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin civiya. Ofîsa serokkomariyê têkildarî civînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Serokkomarê Iraqê di civînê de, anî ziman ku divê  her du welat ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ku çend sal in dewleta Tirk rêjeyek kêm ya avê ji bo Iraqê berdide, lihev bikin û gotiye ku li gorî zêdebûna şêniyên Iraqê pêwîstiya Iraqê zêdetir bi avê heye.

Her wiha hate gotin ku Letîf Reşîd diyar kiriye ku Iraq li gel welatên cîran ji bo rêzê li serweriya hev bikin û hevdu fam bikin, kar dike.

Di heman demê de hate diyar kirin ku Serokkomarê Iraqê aniye ziman ku, Iraq êrîşên yek alî yên welatên cîran ên li ser xaka Iraqê red dike û gotiye ku êrîş dibin sedema xirakirina ewlehî û aramiya Iraqê.

Hat ragihandin ku Serokkomarê Iraqê ji Serokê MÎT’ê re gotiye ku binpêkirinên Tirkiyê yên li Silêmaniyeyê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê bandoreke neyînî li ser têkiliyên di navbera her du welatan de dike û gotiye ku divê welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê û ewlehiya gelê wê bigirin.