Serokkomarê Elmanyayê ji gelê Poloniyayê lêborîn xwest

Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier ji “Poloniyayên ku mexdûrê sitemgeriya Elmaniya bûne” lêborîn xwest.

Di dema ketina bombeya destpêkê li bajarê Wielun ê Polonyayê ya 1'ê Îlona 1939'an de merasîmek pêk hat. Serokkomarê Elmanyayê Steinmeier di dema merasîmê de lêborîn ji Polonyayiyan xwest.

Steinmeier got “ez li pêşberî gelê Poloniyayê ku mexdûrê sitemgeriya Elman bûne bejna xwe ditewînim û lêborînê dixwazim.”

Serokkomarê Poloniyayê jî di merasîmê de amade bû. Poloniya bi wendakirina 6 milyon hemwelatî ku 3 milyonê vê Cihû bûn di encama şerê cîhanê yê dûyemîn şeklê wehşeta herî giran a vê şerî bi xwe we dîtiye.

Serokkomarê Elmaniya diyar kir ku “yên sûcê mirovatî li beramberî gelê Poloniyayê kirine Elmaniyayî ne. Yê îddîa bike ku ev karesat bi dawî bûye û serweriya terora nasyonal-sosyalist a li ser Ewrûpayê di dîroka Elmaniya de wek bûyerek marjînal e ewê xwe darizîne.”

Steinmeier bi wan gotinên xwe ji Partiya Rastgirê Tundrew ê Elmaniyayê re peyam da. Hevserokê Partiya Neo-Nazî’yê Alexander Gauland gotina, ev salên dema Reich ê sêyemîn di nava hezareya bi heybet a Elmaniya de wek “çirta çûkekê” bûye bilêv kiribû.

Her wiha Steinmeier got “emê ji bîr nekin. Em dixwazin bibîr bînin û em ê bîr jî bînin.”

Serokkomarê Poloniya Andrzej Duda jî diyar kir ku wekirina eniya şerê ku di dema şerê cîhanê ya dûyemîn li hemberî Wielun’a “Barbartiye” û “sûceke şere”.

Duda ku di huzûra Steinmeier de spasî lê kir got “bawer dikim ku ev merasîme wê bikeve dîroka dostahiya Poloniya-Elmaniya”.