Serokê Parlementoya Misrê Ebdul Al:Paymana Erdogan û El-sirac nayê qebûlkirin

Serokê parlementoya Misrê Dr. Ebdul Al li parlementoyê axivî û diyar kir ku Misir rê nade biryara ji bo berjewendiyên wê gef be. Ebdul Al anî ziman ku ew destwerdanên derve jî qebûl nakin.

Serokê parlementoya Misrê Dr.Elî Ebdul Al di rûniştina roja Duşemê ya parlemantoya Misrê de, derbarê paymana leşkerî-deryayî ya Tirkiye-Lîbyayê tekez kir ku Misir destûr nade biryarên ku ji bo berjewendiyên wê gef be û ev payman wek kiryarek dînatiyê destnîşan kir. Her wiha da zanîn ku Misir ti destwerdanên dewletên biyanî li ser sînorê xwe qebûl nake û nîşan da ku parlemantoya Misrê piştevaniya artêş û parlemantoya Lîbiyayê dike.

Her wiha Ebdul Al di axavtina xwe de hişyar kir ku gel û hikûmeta Misir wê li hemberî yên ku hewl didin nêzî sînorê Misrê (yên deryayî, bejayî û hewayî ) bibin bisekinin û berdewam kir nîşan da ku parlemantoya Misrê ji bo têkoşîna li dijî wê peymanê wê piştevaniya artêş û parlemantoya Lîbiyayê dike.

Her wiha şêwirmend Eqîle Salih bi armanca ku fermiyeta hikûmeta El-Wîfaq betal bikin vê bi serokê parlementoya Lîbiyayê û serokê encûmana Erebî re bicive. Ji ber ku paymana Erdogan- El-Sirac ya dawî binpêkirina serweriya Lîbiyayê ye. Misir, Yewnan, Îmarat, Fransa û DYE jî dijberî wê ne, ji bo wê jî Yewnanistanê di hefteya borî de balyozê Lîbiyayê dersînor kir.