Serokê berê yê FBI: Ji aliyê sincî ve Trump ne hêjaye ku Serok be

Serokê berê yê FBI James Comey destnîşan kir ku Serokê DYA Donald Trump ji aliyê sincî ve ne hêja ye ku Serok be.

Şefê berê yê FBI James Comey ji qenala ABC a Amerîkî re axivî û ji bo Trump got, "Kesekî derewîn e ku her kesê li dora xwe gemarî dike."

Ev hevpeyvîna li ABC di demekê de hate kirin ku pirtûka wî ya rexneyên giran li Trump dike hate weşandin.

Comey got, "Bi dîtina min, ji aliyê tibî ve li serokbûyînê nayê. Ji aliyê sincî ve jî ne hêja ye serok be. Ev kesê ku jinan mîna goşt dibîne, timî derewan dike û israr dike ku gelê Amerîkayê ji vê yekê bawer bike, ne hêja ye serok be. Serokê me divê temsîliyeta hurmetê bike û dilsozê nirxên dilê welatê me be."

Comey sala 2017'an ji aliyê Trump ve ji wezîfeyê hate girtin. Comey, Serokê DYA weke mafya, sextekar û egosantrîk dibîne.