Serhildêrên M23’yê li Kongoyê ketin navenda bajarekî

Serhildêrên M23’yê yên bi piştgiriya Ruandayê, roja Yekşemê ketin navenda bajarê Bukavuyê yê ku dikeve rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk û pêşketineke girîng bi dest xistin.

Hikûmetê midaxeleyê kirin lê dîsa serhildêran qadên girîng ên navenda bajarî xistin bin kontrola xwe. Ev geşeden, piştî ku di meha Gulanê de paytexta eyaleta Kivuya Bakur Goma hat bidestxistin wek mezintirîn destketiya serhildêrên M23’yê tê nirxandin. Bi vî awayî gola Kivuyê bi temamî ket bin kontrola M23’yê.

Ketina Bukavoyê li herêmê metirsiyên krîza mirovî û ewlehiyê zêde kir. Piştî windakirina kontrola bajarî pirsgirêkên wekî koçkirina sivîlan û dizî û talanê rû dan. 

Civaka navneteweyî da ku rê li ber rîska şerekî herêmî bigire banga sekaniyê li her du aliyan dike. 

Serhildêrên M23’yê, di sala 2012’an de dest bi xebatên xwe kirin û wê demê ji bo demeke kurt Goma xistibû bin kontrola xwe. Ev kom îdîa dike ku ew mafê koma etnîk ya Tutsiyê diparêzin ku hikûmet cudakariyê li ser wan ferz dike. Hikûmeta Kinşasayê jî M23’ê wek pêlîstoka Ruandayê dinirxîne û rêveberiya Kigaliyê bi piştgirîdayîna serhildêran sûcdar dike. Ruanda jî van îdîayan red dike. 

Di demên dawî de bi dijwarbûna şer re, rewşa mirovî ya li herêmê hîn xirabtir bû. Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî destnîşan dikin ku divê ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî bergiriyên lezgîn bên girtin.