Serhildêrên Belûcî 450 rêwiyên trênê dîlgirtin
Hat ragihandin ku li Belûcîsan a li başûr rojavayê Pakistanê bêhtirî 450 rêwiyên trênê ji aliyê serhildêrên Belûcî ve hatine dîlgirtin.
Hat ragihandin ku li Belûcîsan a li başûr rojavayê Pakistanê bêhtirî 450 rêwiyên trênê ji aliyê serhildêrên Belûcî ve hatine dîlgirtin.
Berpirsê Rêyên Hesinî yê Belûcistanê Muhammed Kaçîf, ji AFP’ê re axivî û got, “Bêhtirî 450 kes ku jin û zarok jî di nav de hene ji aliyê çekdaran ve hatine dîlgirtin.”
Rayedarên Îdarî û polîsan ragihandin ku Artêşa Rizgariya Belûcistanê (ARB) yên li herêma di navbera sînora Îran û Efganistanê de, vê çalakiyê girtine ser xwe.
ARB bi taybetî li dijî hêzên parastinê çalakiyan pêk tîne. ARB diyar dike ku saziyên dewletê, sermayedarên biyanî, dewlemendiyên Belûcistanê talan dikin û nerazîbûn nîşan dide.
Tevî ku Belûcistan ji aliyê hîdrokarbon û madenê ve dewlemend e jî, gelê herêmê jê sûdê wernagire. Tevî van çavkaniyên dewlemend jî, Belûcistan herêma herî xizan a Pakistanê ye.