Şerê navbera hikumeta Trablûsê û yekîneyên general Haftar gur dibe

Li Lîbyayê, ku ji sala 2011’an û vir ve şerekî navxweyî lê heye, di navbera hikumeta Trablus û yekîneyên general Halifa Haftar yê ku nêzî hikumeta defakto ya Tobrukê ye, şer gurtir dibe.

Hate ragihandin ku bi şerê ji bo bidestxistina kanên petrolê yên peravên welat re, gelek bajar ketine destê yekîneyên Halifa Haftar. Di nava van bajaran de El Sidr, Ras Lanuf û Bin Cavad hene.

Ji aliyê din ve jî tê îddîakirin ku hikumeta Tobrukê ya ku rojhilatê welat di destê wê de ye, ji Rûsyayê alîkariya leşkerî werdigire. Li gorî nûçeya ajansa Ria Novosti, Meclîsa Tobrukê ji Rûsyayê perwerdehiya leşkerî, tamîrkirina alavên leşkerî û di gelek waran de alîkariya pisporî xwestiye.

Lê îddîayên ku li Agila Saleh ê ku endamê Meclîsa Tobrukê ye dihatin spartin, ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê nehatin qebûl kirin.

Li Lîbyayê hikumeta Trablusê ya ku serokwezîrê wê Feyyaz el Saraj e û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye naskirin hukmê wê li ser peravên rojava heye. Aliyên rojhilat jî ji aliyê Meclîsa Tobrukê û yekîneyên Halifa Haftar tên kontrolkirin. General Haftar ê ku tê zanîn bandora wî li ser Meclîsa Tobrukê heye, bi nêzikbûna xwe ya li Rûsyayê hatibû rojevê.