Senetorên DYA’ê li dijî dayîna F-35 a Tirkiyeyê ne

Sê senetorên DYA’yê ji bo astengkirina dayîna balafirên şer ên bi tîpa F-35 a Tirkiyeyê, ji bo senatoyê pêşnûmeyek pêşkêş kirin.

Li gorî nûçeya Reûtersê, pêşnûme ji aliyê Senetorên Komarparêz James Lankford, Thoms Tîllîs û Jeanne Shaheen ê demokrat ve hate pêşkêşkirin. Her sê senator dixwazin dayîna balafirên şer ên bi tîpa F-35 a Locheed Martîn a Tirkiyeyê asteng bikin.

‘Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rêgezên qanûn û rêveberiya xwe bi awayekî dij mirovî bikar tîne’ weke hincet hate nîşandan.

Senator Lankford di daxuyaniya dayî de got: “Mixabin her ku diçe biryarên stratejîk ên Tirkiyeyê ji xeta DYA’yê dûr dikeve, dem bi dem dijî berjewendiyên DYA’yê ne jî.”

Lankford got: “Bi dayîna van balafirên F-35 a xwedî teknolojiyek pêşketî wê rîskên zêde ya rejîma Erdogan zêde tir bike.”

Dewleta Tirk, daxwaz dike ku ji rêveberiya DYA’yê ji 100’an zêdetir balafirên F-35 bikire.Dihate plankirin ku ev radestkirin di nava salekê de pêk bihata.