Sedema zêdebûna radyasyona Ewropaya Bakur Rûsya tê nîşandan

Fînlandiya, Norveç û Swêdê diyar kiribûn ku radyoaktîvîteya li welatê wan zêde bûye û guman biribûn ser Rûsyayê. Lê Rûsya qebûl nake ku ev tişt ji ber wan pêk hatiye.

Li Fînlandiya, Norveç û Swêdê pisporên nukleerê diyar kirin ku li Îskandînavya û Cemsera Bakur radyoaktîvîte zêde bûne.

Hefteya borî Saziya Ewlekariya Radyasyonê ya Swêdê diyar kiribû ku wan çavkaniya radyasyonê tespît nekirine. Piştre Rêxistina Peymana Qexexekirina Ceribînên Nukleer (CTBTO) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku zêdebûna radyasyonê ji bo mirovan ne xetere ye.

Sekreterê Giştî yê CTBTO’yê Lassîna Zerbo diyar kir ku diyar kir ku nirxên radyasyonê ‘Casium 137, Casium 134 ve Ruthenium 103’ e. Enstîtuya Jîngehê û Tendirustiya Gel a Hollandayê jî diyar kir ku nîşan hene ku ev radyoaktîvîte ji Rûsyayê hatiye.

Lê saziya hêza nukleer a Rûsyayê Rosenergoatom diyar kir ku li du santralên wan tu arîze û pirsgirêk tune. Rayedarên saziyê diyar kirin ku li her du santralên wan jî asta radyasyonê standart e.