Sê senaryoyên rizgariya ji vîrûsa Koronayê

Li gel senaryoyên metirsîdar ên têkildarî Covîd-19, her wiha sê senaryoyên rizgariya ji vê vîrûsê jî tên nîqaşkirin.

Têkildarî vîrûsa Korona ya ku meha Kanûnê li bajarê Wûhanê yê Çînê der bû, fikar ji senaryoya 'Grîba Spanî' tê kirin.

Li gorî Enstîtuya Pasteûrê, panemiya herî kujer a heta niha, di navbera salên 1918'an û 1919'an piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn rû da ku ji ber vê 'Grîba spanî' nêzî 50 milyon mirovî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî hin çavkaniyan 100 milyon kesî jiyana xwe ji dest dan. Lewma grîba Spanî weke 'dayika pandemiyan hemûyan' tê binavkirin.

HEJMARA QURBANIYAN 6 HEZAR DERBAS KIR

Li gorî daneyên roja Yekşemê ji ber şewba Covîd-16 li tevahiya cîhanê zêdeyî 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Vîrûs bi 163 hezar kesî ket. Ev hejmar ên bi testan piştrastkirî ne. Li gelke welatan ji ber ku test kêm e, tê texmînkirin ku hejmara rastî zêdetir e.

Çîn ew welat e ku herî zêde qurbaniyên xwe hene. Li Çînê 3 hezar û 199 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê agahiyên baş ji Çînê tên. Hate ragihandin ku roja Yekşemê tenê 20 kes bi vîrûsê ketin. 16 ji wan jî ew kes in ku ji derveyî Çînê hatine.

TÊ GOTIN KU LI ÎRANÊ BI HEZARAN KES MIRIN

Yek ji welatên ku herî zêde ketiye bin bandora vîrûsê Îran e. Li gorî hejmarên fermî 113 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû 724, ya kesên bi vîrûsê ketine jî bû 13 hezar û 938 kes. Rayedaran bang li her kesî kirin ku li mala xwe bimînin. Fikar hene ku bîlançoya li Îranê hatiye ragihandin rast nîne. Çavkaniyên mûxalîf dibêjin li 175 bajaran zêdeyî 4 hezar û 500 kes ji ber vîrûsê mirine. 700 ji qurbaniyan jî li bajarê Qumê, 650 li bajarê Tehranê, 577 kes li bajarê Gîlanê, 151 kes li eyaleta Kurdistanê, 138 kes jî li Loristanê jiyana xwe ji dest dan.

DI ASTA REKORÊ DE LI ÎTALYAYÊ QURBANÎ ÇÊBÛN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku navenda nû ya vîrûsê Ewropa ye. Vîrûs li Ewropayê bi lez belav dibe. Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û yên jiyana xwe ji dest didin di asteke bilind de ye. Li Îtalyayê êvara Yekşemê li gorî daxuyaniya fermî 368 kes di 24 saetên dawî de jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû 1809 kes, ya nexweşan jî 25 hezar kes.

SPANYA DI KARANTÎNAYÊ DE YE

Li Ewropayê welatê duyemîn ku vîrûsê bandoreke giran lê kiriye Spanya ye. Li Spanyayê 208 kesî heta niha ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Di nava 24 saetên dawî de 2 hezar kesên din bi vîrûsê ketin, bi vî rengî hejmara nexweşan gihîşt 8 hezar kesî. Hikumetê rewşa lezgîn ragihand, welatê ku nifûsa xwe 46 milyon kes e kete karantînayê.

FRANSA: VÎRÛS BI LEZ BELAV DIBE

Welatê sêyemîn ê Ewropayê ku vîrûs lê zû belav dibe Fransa ye. Hejmara qurbaniyên li Fransayê gihîşt 120 kesî, ya nexweşan jî 5 hezar û 400 kes. Li Fransayê di çarçoveya rewşa lezgîn de dibistan, firoşgeh, kafe û restoran hemû hatin girtin. Li welêt jiyan sekinî. Tenê di nava rojekê de 900 nexweşên nû hatin tespîtkirin. Wezîrê Tenduristiyê Olîvîer Veran ji qenala France 2 re xivî û got, "Vîrûs belav dibe, bi lez belav dibe û gefê li jiyana mirovan dixwe." Bang li mirovan kir ku liv û tevgera xwe ya civakî kêm bikin.

SENARYOYA KU FRANSA XISTE NAVA LIV Û TEVGERÊ: 500 HEZAR QURBANÎ

Tê gotin ku senaryoyên metirsîdar ên pêşkêşî hikumeta Fransayê hatine kirin, bûne sedem ku tevdîrên lezgîn bên wergirtin. Li gorî rojnameya Le Monde, epîdemolojîstan li ser senaryoyên herî nebaş hesab kirin. Pisporan rewşa gengaz nirxandin û hişyarî dan ku eger hikumet tevdîrên radîkal wernegire wê hejmara qurbaniyan bigihêje 500 hezar kesî.

EGER TEVDÎR NEYÊN WERGIRTIN DIBE KU BI MILYONAN MIROV BIMIRIN

Aûstralîan Natîonal Ûnîversîty senaryoyên demkurt amade kir. Di vê çarçoveyê de li gorî lêkolîna Warwîck McKîbbon û Roshen Fernandon yên ji zanîngeha Canberrayê, di şewbeke 'lawaz' de hejmara mirovên li cîhanê ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest bidin dibe ku bigihêje 15 milyon kesî. Li gorî rojnameya Daîly Mîal her du lêkolîneran diyar kirin ku li gorî senaryoyeke hîn nebaş hejmara qurbaniyan dibe ku bigihêje 68 milyon kesî.

ŞEWB ÇAWA DIKARE BÊ BIDAWÎKIRIN: SÊ SENARYO

Rojnameya Le Temps a Swîsreyê li ser rê û rêbazên pêşîgirtina li şewbê rawestiya. Li gorî nûçeya rojnameyê ku agahiyên xwe spart Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û zanyaran, vîrûs bi kurtasî bi sê şêweyî dikare bê bidawîkirin:

1- Bi saya tevdîrên tenduristiya cemaweriyê dikare bê bidawîkirin. Ev senaryo jî bi polîtîkayên tenduristiyê yên dewletan ve girêdayî ye. 75 ji sedî yê li tevahiya cîhanê li pêşberî felaketên biyolojîk lawaz tên dîtin. Yên herî baş jê re amade ne DYE, Îngilistan, Hollanda û Awûstralya ne.

2- Şewb wê bi dawî nebe, lê demsalî bibe: Pisporê nexweşiyên şewbê Amesh Adalja ji malpera Emerîkî ya bi navê Bûsîness Însîder re axivî û anî ziman ku vîrûsa Korona ya nû veguheriye beşek ji vîrûsên Korona yên epîdemîk. Li gorî Adalja, ev yek jî tê vê wateyê: şewb wê ti carî bi dawî nebe, lê qet nebe bê derman wê ev nebe. Heman pispor dibêje ku di bihar û havînê de wê şewb zêde belav nebe û bi saya vê yekê jî ji bo peydakirina derman wê dem hebe.

3- Peydakirina dermanekî: Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di rewşa heyî de 31 dermanê ku namzet in pejirand. Li gorî WHO'yê, di nava 18 mehan de wê dermanek amade be.