Schûlz: Divê mîtîngên Erdogan werin qedexekirin

Lîderê SPD'ê Martîn Schûlz xwest, destûr ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê ji bo civîna G-20'an tê Elmanyayê neyê dayin, ku mîtîngan lidar bixe.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji bo tevlî civîna bilind a G-20'an a 7-8'ê Tîrmehê bibe tê Elmanyayê. AKP'yî, ji bo Erdogan karibe li Elmanyayê mîtîngan lidar bixe, bê navber li salon û stadyûman digerin.

Heta niha, di serî de li bajarên Dortmûnd, Oberhaûsen, Koln û Gelsenkîrchenê, rêveberên navendên xwepêşandanên mezin ên li gelek bajarên Elmanyayê, ev daxwaza AKP'yiyan qebûl nekirine.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schûlz ji rojnameya Bîld re axivî û xwest, ji bilî tevlîbûna li nava civîna bilind a G-20'an, divê destûr neyê dayin ku Erdogan bi alîgirên xwe re mîtîngan lidar bixe.

Schûlz, ku di hilbijartinên Meclîsa Federal ên meha Îlonê de namzetê herî xurt ê li hemberî Serokwezîr Angela Merkel e, xwest ku bi rengekî fermî mîtîngên Erdogan werin qedexekirin.

Schûlz ev bang kir: "Ji siyasetmedarên biyanî yên ku li welatên xwe nirxên me binpê dikin, dik û salon li Elmanyayê neyê dayin. Erdogan li Tirkiyeyê mûxalîfan û rojnamevanan digire. Ez naxawzim ku Erdogan li Elmanyayê çalakiyên mezin lidar bixe.

Mesele sîstema parastina ji şewatê ya salonan an jî hejmara parkê nîne. Pirsgirêk ew e ku Erdogan dixwaze şerê xwe yê siyasî yê li Tirkiyeyê dimeşîne bîne Elmanyayê. Di vir de pirsa bingehîn ev e; Hûn dixwazin li vî şerê Birêz Erdogan guhdarî bikin ya na?"

Martîn Schûlz, ku par serokê Parlamenta Ewropayê bû, girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê şermezar kiribû û ji ber vê yekê jî Erdogan heqaret lê kiribû. Erdogan ji Schûlz re gotibû, "Tu kî ye, tu xwe çi dibîne?" û heqaret lê kiribû.

Erdogan herî dawî di Gulana sala 2015'an de li Elmanyayê weke Serokkomar karîbû di çalakiyekê de baxive. Erdogan ê ku rêveberiya Elmanyayê şiband Naziyan, ji hingî ve destûr jê re nayê dayin ku li Elmanyayê mîtîngan lidar bixe.