Salman: Li dijî komunîzmê hevkarên me wahabîtî xwestin

Prensê Siûdî Muhammed Bîn Salman got, li ser daxwaza hevalbendên wan, wan li dijî komunîzmê wahabîtî geş kirine.

Prensê Siûdî Salman ji nûçegihanên Washîngton Postê re, 22’yê Adarê axivî û got welatê wî ji mihefezakariya tund a li welatê Misilman berpirs e.

Salman got di dema Şerê Sar de û li ser daxwaza hevalbendên wan ên Rojavayî wan li Siûdî wehabîtî geş kirine. Salman got, ‘’Li ser daxwaza hevalbendên me li cîhana Misilman bi avakirina dibistanên Quranê û mizgeftan me gelek hêza xwe da wê, ku wehabîtiyê berbelav bikin.’’

Prens got armanca vê operasyonê ew bû karîgeriya Yekîtiya Sowyetan a li cihana Misilman asteng bikin û di encamê de jî li pêşiya berbelavbûna komunîzmê bendekê çêbikin.

Prens got, ‘’Hevalbendên me ji bo ku em vî karî temam bikin ji me xwestin ku em kanên xwe bidin xebitandin.’’

HIŞMENDIYEKE ÎSLAMÎ YA BI LABORATUWARÊ

Rojnameeya Cezayê El Watan li ser vê mikurhatinê got, ‘Ev tê wê maneyê ku Siûdî, ji bo ku rejîmên alîgirên Sowyetan, bi kêmanî rejîmên modernîst hilweşînin û avakirina partiyên fundamantalîst teşwîq bikin Îslam bi kar aniye.’’

El Watan got agahiyên Salman ne nû ne û wiha got: ‘’Îro her kes pê dizane ku ji berbelavbûna entegrastonê ya li nav cihana Misilman Siûdî berpirs e. Li vir tişta nû ew e ku rayedarekî Siûdî vê dibêje. Ev jî ne mikurhatin e. Mikurhatin piştrast dike ku Îslamîzm û entegrasyon bi renge berdest hilberîneke labortuwarê ye.’’