Sadr: Bila li jêr çavdêriya NY hilbijartina pêşwext pêk were

Yek ji pêşengê dînî Mukteda es-Sadr derbarê bûyerên li Iraqê daxuyanî da. Di van bûyeran de gelek kes miribûn. Sadr diyar kir ku divê hikumeta Mehdî îstîfa bike û banga hilbijartina pêşwext kir.

Piştî Alî Sîstanî yê ku yek ji pêşengê Şîî ye, piştgirî da xwepêşandanên li dijî bêkarî, nelirêtî û rêveberiya xerab, Mukteda es-Sadr jî daxuyaniyek da.

Es-Sadr diyar kir ku di van bûyerên 4 rojan de 44 kes mirine û beriya ku ‘zêde xwîn neyê rijandin’ divê Serokwezîr Adil Abdulmehdî û hikumeta wî îstîfa bikin. Es-Sadr diyar kir ku piştî îstîfaya hikumetê divê hilbijartineke pêşwext were kirin û bal kişand ser vî tiştî ku divê ev hilbijartin li jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî were lidarxistin.

Di peyama Sadr de hate diyarkirin ku îstîfaya hikumetê wê pêşiya kuştina gelek kesan bigire.

Es-Sadr roja Çarşemê jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ew piştgiriyê dide van xwepêşandanên li dijî bêkarî û nelirêtiyê. Sadr piştgirî dabû xwepêşandanên di sala 2016’an de jî.

Di serê vê hefteyê de xwepêşandan hatibûn lidarxistin û heta niha di va xwepêşandanan de 44 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Li gorî texmînan hejmara kesên mirî gelekî zêde ye.