Sadr, banga girtina balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê kir

Serokê Şîa Mûkteda Sadr ê Iraqê, piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî kampeke Filîstinî ya li Refahê ku di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, banga girtina balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê kir.

Sedr li ser X’yê daxuyanî da û wiha got, “Ez daxwaza xwe ya girtina balyozxaneya DYE’yê li Iraqê dubare dikim. Divê bêyî ku xwîn bê rijandin balyozxaneya DYE’yê bi rêyên dîplomatîk bê girtin.”

Mûkteda Sadr "qirkirina" li Xezeyê, "bombebarankirina kampên li Refahê" û piştgiriya Emerîkayê ya ji Îsraîlê re ku ji 7'ê Cotmehê ve li ser xaka Filîstinê re didome, şermezar kir.

Sadr serokê berê yê mîlîsên ku piştî dagirkirina Iraqê di sala 2003'yan de li dijî hêzên Emerîkayê şer kir û li Iraqê xwedî girseyek mezine û bandorek mezin li ser siyaseta welat dike.

Sadr, di dawiya meha Cotmehê de ji ber 'desteka bê dawî' a Washîngtonê ya ji bo Îsraîlê di şerê li dijî Hamasa Fîlîstînê de bang li hikûmeta Iraqê kiribû ku balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê bigire.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, êvara Yekşemê di êrîşa Îsraîlê ya li hemberî Refeh de 45 kes mirin, 249 kes birîndar bûn û konên Filîstiniyên ku ji cih û warên xwe bûne hatine şewitandin.

Ev êrîşa dawî li her deverî bû sedema nerazîbûnên mezin û ji ber vê tê payîn ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê civîneke lidar bixe.