Maldivê têketina Îsraîliyan qedexe kir

Maldivê ragihand ku ji bo "hevgiriya biryardarî” ya bi gelê Xezeyê nîşan bidin têketina Îsraîliyan qedexe kir.

Parlamenterên Maldivê ya ku komgirava turîstîk a li Okyanûsa Hindê ye, pêşnûmeqanûna ku têketina Îsraîliyan qedexe dike pejirandin. Pêşnûmeqanûn ji hêla Serokkomar Mohamed Muizzu ve yekser ket meriyetê.

Serokomar wiha got: "Ev erêkirin helwesta tund a hikûmetê ya li hemberî kiryarên dubare yên zilm û qirkirinên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê nîşan dide."

Muizzu wiha “domand: “Maldiv hevgirtina xwe ya biryardarî bi doza Filistînê re piştrast dike.”