DYE’yê komkujiyên li Sûriyeyê şermezar kir û xwest hesab bê pirsîn

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Marco Rubio “terorîstên îslamî yên radîkal" ên li pişt "komkujiyên" kêmneteweyên li Sûriyeyê şermezar kir û bang li rêveberiya demkî ya Şamê kir ku hesab ji berpirsyaran bipirse.

Wezîr Rubio di daxuyaniya xwe de got, “Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê terorîstên tundrew ên ku li rojavayê Sûriyeyê sivîlan qetil dikin şermezar dike.”

Rubio wiha domand: “DYE li gel civakên Xiristiyan, Durzî, Elewî û Kurd û kêmnetewên olî û etnîkî yên Sûriyê ye û sersaxiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re dixwaze.”

Wezîrê Karên Derve got, "Pêwîste desthilatdariya Sûriyeyê ya demkî ji berpirsyarên van qetlîamên li dijî kêm neteweyên Sûriyeyê hesab bipirse."

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan di daxuyaniya roja Şemiyê de ragihand ku ji Pêncşemê ve li Laziqiye û Tertûsêherî kêm 745 sivîlên Elewî hatine qetilkirin. Tê payîn ku hejmara rastîn zêdetir e.