Li Ewropaya Navîn pêla boykota bihabûna xwarinê zêde dibe

Li welatên Ewropaya Navîn  çalakiya protestoyî ya dijî zêdekirina bihayên xwarinê dest pê kiriye her ku diçe berfireh dibe.

Li Xirwatistanê di dawiya Çileyê de boykota dijî firoşkaran hatibû destpêkirin û vê hefteyê li Romanya û Bulgaristanê banga boykotkirinê hatin kirin.

RASTGIRÊ ROMANYAYÊ BOYKOT DA DESTÊKIRIN

Li Romanyayê lîderê rastgir ê tundrew roja Duşemê boykotkirina marketên mezin da destpêkirin. Namzedê serokomariyê yê berê Calin Georgescu di vîdyoyek ku li ser medyayadijîtal weşandin de zêdebûna bihayan weke "nayê pêjirandin” bi nav kir û gel vexwend ku li marketên herêmî û dikanan tiştan bikirin. 

Lîderê serdestiyê George Simion jî piştgirî da kampanyayê û got, "Di 10'ê Sibatê de ez ê tevlî Romaniyênku dibêjin 'êdî bes e' bibim."  

Hikûmeta Romanyayê daxuyand ku ev hewldana siyasî wê zirarê bide hilberînerên herêmî.  Sendîkaya çandiniyê Pro Agro angaşt kir ku boykot dê "hişmendiya xerîdariyê zêde bike" û rayedaran neçar bike ku li dijî serdestiya şîrketên mezin têkeve nava liv û tevgerê.

LI BULGARISTANÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ

Li Bulgaristan a ku welatê xizan ê Yekîtiya Ewropayê ye tê plankirinku roja Pêncşemê li dijî bihabûênû dest bi çalakiya protestoyî bike. Parlamenterê berê Velîzar Ençev wiha got, "Werin em di 13'ê Sibatê de nîşanî esnafan bidin ku civaka sivîl a bi hêrs heye" 

Heta niha nayê zanîn bandora vê pêla boykotê ya li Ewropaya Navîn wê li ser bazarên herêmî û navneteweyî çi be.