Trump vê carê gef li Efrîqaya Başûr xwar

Piştî qanûna gelemperîkirinê ya Serokdewleyê DYE’yê Donald Trump ket meriyetê, îdîa kir ku Efrîqaya Başûr erdê wan dagirkiriye gef li wan xwar. Serokkomarê Efrîqaya Başûr Cyrîl Ramaphosa îdîayên Trump red kir.

Serokomarê Efrîqaya Başûr Cyrîl Ramaphosa piştî daxuyaniya Serokdewletê DYE’yê daxuyanî da û got, “Hikûmeta Efrîqaya Başûr erdê ti kesî desteser nekiriye."

Donald Trump li ser medyay dijîtal a Truth îdîa kir ku “Efrîqaya Başûr erdan desteser dike û zilmê gel mirovan dike.”

Ser”okdewletê DYE’yê wiha berdewam kir: “Di vê rewşê de heta ku lêpirsîn bi encam bibe ez ê fonê li ser Efrîqaya Başûr qut bikim!”

Serokomarê Efrîkaya Başûr Ramaphosa derbarê gefên DYE û rawestandina alîkariyê diyar kir kuji bilî alîkariya têkoşîna bi HIV/AIDS’ê ti foneke girîng a DYE’yê ji bo Efrîqaya Başûr tineye. DYE ji bo Efrîkaqa Başûr weke bazirganiyek siyasî ya stratejîk û bazirganiya hevbeş berdewam dike.”