Sê rehîneyên Îsraîlî serbest hatin berdan

Rehîneyên Îsraîlî Romi Gonen, Emily Damari û Doron Steinbrecher ên ku zêdetirî 15 mehan di destê Hamasê de bûn, îro serbest hatin berdan. Tê payîn ku Îsraîl di saetên pêş de nêzî 90 girtiyên Filistînî serbest berde.

Rehîneyên Îsraîlî Romi Gonen a 24 salî, Emily Damari 28 salî û Doron Steinbrecher a 31 salî hatin berdan.

Sê rehîneyên ku di êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’yan de hatibûn revandin, radestî şandeya Xaça Sor a li Xezeyê hatin kirin. Di nava deqeyan veguhestin nav axa Îsraîlê û gihîştin xnuqteyên artêşa Îsraîlê.

Sê jinên ciwan beriya muayeneya bijîşkî bi dayikên xwe re hatin ba hev.  

Li hember vê serbestberdanê, Îsraîl divê nêzî 90 girtiyên Filistînî li Yahûdiye, Samerya û Qudsa Rojhilat azad bike.