Li Senegalê keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 24 kes mirin 

Hat ragihandin ku li peravên bakurê Senegalê keştiyeke ku bi sedan kes tê de bûn binav bû, herî kêm 24 koçber mirin. Bi dehan kes winda ne.

Li gor agahiya ku Waliyê Saînt-Louîse ku yek ji bajarên herî mezin ê Senegalê ye ji roja Çarşemê û vir ve cenazeyên 24 kesan ji ber ku keştî çend sed metre dûrî peravê binav bû, ji avê hatin derxistin. 

Walî diyar kir ku 21 kes hatine xelaskirin û der barê kesên din agahî nedan. 

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Senegalê de li ser îfadeyên kesên xelasbûne, di keştiyê de 200 an jî zêdetirî 300 kes hebûne. Lê belê walîtî li hemberî van hejmaran banga baldarbûnê kir. 

Bi hezaran kes li Senegalê di van salên dawî de hewl didin ku xwe bigihînin giravên Kanaryayê ku weke deriyê Ewropa tê zanîn.

Bi hezaran Senegalî ji xizanî, bêkarî an bêhêviya pêşerojê, bi awayekî neqanûnî li ser keştiyên darîn, bi berdêla hin hejmarên pereyan bi rê ketin. 

Li gorî Frontex a ku sînorên Ewropayê kontrol dike, herî zêde koçberên giravên Kanarya ji Fas û Senegalê tên.