Li Swîsreyê hejmara kesên bê ol ji yên Katolîk zêdetir e

Li Swîsreyê sal bi sal hejmara kesên ku olê wan tune ye, rêjeya Katolîkan derbas kiriye.

Ofîsa Îstatîstîkî ya Federal (FSO) roja Înê ragihand ku li Swîsreyê ji her sê kesan zêdetirî yekê ne girêdayî tu olan e û cara yekem e ku Katolîkan derbas kiriye. 

Li gorî FSO’yê, rêjeya nifûsa li Swîsreyê ku bi tu olê ve girêdayî ne di van 50 salên dawî de bi domdarî zêde bûye.

Ev rêje di sala 1970 ji sedî 1 bû, di destpêka serdema mîlenyûmê de derket ji sedî 11’an. Di sala 2010 de, ew hema hema du qat zêde bû û derket ji sedî 20’an. Heya sala 2022’an, nifûsa 15 salî û mezintir zêdetirî sê yeka (ji sedî 34) ne girêdayî civatek olî ne.

Li Swîsreyê rêjeya Katolîk û Protestanan kêm bû. Katolîk bi rêjeya ji sedî 32 bûne duyemîn koma olî ya herî mezin,. Piştre Dêra Reformê ya Evangelîst (ji sedî 21). Civakên din ên Xiristiyan û civakên Îslamî her yek ji sedî 6 ê nifûsê pêk tînin.

Rêjeya kesên ku ne girêdayî tu olan e li gorî kantonê diguhere. Hejmara yên li bajaran ji ya gundan zêdetir e.

Dema ku ji hêla temen û zayendê ve tê hesibandin, ji bilî koma temenê 15-24, her nifş ji yê berê kêmtir diçe dêrê.

Tenê ji sedî 16 ji wan kesên ku emrê wan ji 75 salî mezintir e, ne girêdayî olî ne, ji yên 25-34 salî ne ji sedî 42,3 ne.

Bi tevayî, ji jinan zêdetir mêr dibêjin ku olê wan tune. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 36 û ji bo jinan ji sedî 31 e.

Ji sê kesan nêzî yeka xwe bi temamî an jî hinekî giyanî dihesibînin. Ji bo van kesan, ol an giyanî di hin rewşan de wekî demên dijwar ên jiyanê (ji sedî 28) an nexweşî (ji sedî 22), rolek girîng dilîze.

Nêzîkî ji sedî 30 ji van kesan ne bi yek an çend xwedayan lê ji hêzek bilindtir bawer dikin.