Partiya nijadperest a Elmanyayê ji bo derketina ji YE'yê referandûm pêşniyar kir

Hevseroka Partiya Alternatîf ya ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgir Alîce Weîdel ku di ankêtan de bilind dibe, diyar kir ku heke ew bibin desthilatdar, li ser derketina Elmanyayê ya ji Yekîtiya Ewropayê referandûmê difikirin.

Weîdel ji Financial Times’ê re axivî û got, "Eger reform ne mumkun be, heke em nikaribin serweriya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji nû ve ava bikin, divê em mîna Îngilistanê  mafê biryardayînê bidin gel."

Weîdel der barê derketina Îngilistanê ya ji YE’yê ya piştî referandûma 2016'an de mîna "modelek ji bo Elmanyayê" nîşan da û got, "Em dikarin li ser 'Dexit' ku tê wateya derketina Elmanyayê ji YE’yê ye referandûmê bikin."

Di van çend mehên borî de partiya dijminê biyaniyan bi berdewamî di anketan de bilind dibe.

Di anketên dawî de, li seranserê welêt rêza duyem de ye (kêm zêde %22), li pêş Partiya Serokwezîr Olaf Scholz ê demokrat de ye û li paş mûhafezakaran e.

Hilbijartinên bê yên parlementoyê wê di sala 2025’an de bên kirin û AfD cara ewil ji bo serokwezîrtiyê dê berendamek derxîne.

Lê belê partiyên sereke beriya niha di hikumetê de cih girtinê red kiribûn ku bi vê partiya dijberê Yekîtiya Ewropayê û li dijî koçberan tevdigere. Di derdoreke ku hawirdora siyasî her ku diçe perçe dibe, pêwîst e di asta neteweyî û herêmî de koalîsyon bên avakirin.

Li rojhilatê welêt di meha îlonê de 3 hilbijartinên herêmî yên girîng dê bên kirin û di anketan de AfD ji sedî 30 pêş de ye.

Di kongreya xwe ya vê havînê de, AfD parastina nêrînên xwe yên li dijî YE’yê li Elmanyayê domand ku endamtiya Yekîtiya Ewropayê hîn jî ji hêla piraniyek pir mezin a nifûsê ve tê piştgirî kirin.

Herî dawî hat eşkerekirin ku hin endamên AfD’yê, ku navekî nêzîkî Weîdel jî di nav de ye, di civîneke rastgir de behsa dersînorkirina komî ya biyaniyan kirine. Ji ber vê sedemê ev deh roj in li welêt rewşeke aloz a siyasî heye. Van eşkerekirinan ev çend roj in li seranserê welêt xwepêşandanên mezin li dijî AfD’yê derketin ku ji bo demokrasiyê xeterek tê dîtin. Di dawiya hefteyê de li dehan bajaran bi sed hezaran kes daketin qadan.