Rûsya: Peymana nukleerê di meseleya Koreya Bakur de jî girîng e

Rûsyayê hişyarî da ku eger peymana nukleerê ya sala 2015'an bi Îranê re hate mohrkirin (JCPOA) têk biçe, di serî de Koreya Bakur wê zerareke mezin bide hewldanên ji bo paqijkirina welatên din ji nukleerê.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di nîqaşên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bal kişand ser girîngiya JCPOA û anî ziman ku ev rewş wê ji welatên din re bibe mînakek nebaş. Lavrov îdîa kir, peymana ku DYA, Îran, Rûsya, Çîn, Elmanya, Fransa û Brîtanyayê mohra xwe danîn binî, serketineke mezin a dîplomatîk e.

Lavrov bal kişand ser bernameya nukleerî ya Koreya Bakur û destnîşan kir ku eger peymana bi Îranê re hatiye mohrkirin xera bibe, wê hewldanên bandora li ser rêveberiya Pyongyangê qels bibin. Lavrov destnîşan kir ku ev yek wê bibe mesajeke alarmê ya ji hewldana civaka navneteweyî re bê dayin.

Sergey Lavrov anî ziman, eger peymana bi Îranê re bê xerakirin, wê zehmet be ku lîderê Koreya Bakur Kîm Yong-Ûn bi peymaneke mîna wê dest ji bernameya nukleerî biqere.

Serokê DYA Donald Trûmp roja Înê biryarek dabû û pêkanînên li ser Îranê, ji bo 3 mehan taloq kiribû. Lê belê hin welatên Ewropayê dabûn xuyakirin ku divê hin ji xalên vê peymanê werin guhertin.