Rûsya: Li dijî pêkanînan em ê helwest nîşan bidin

Rûsya ya ku bûye hedefa pêkanînên YE û welatên NATO’yê, li dijî dersînorkirina bi dehan dîplomatan ragihand ku wê ‘helwestên dunt raber bikin’.

Bûyerên ku ji ber jehrdana Sergey Skrîpal ê sîxûrê herdu aliyan û keça wî, îro gihişte asta herî bilind û herî kêm 14 welatên Yekîtiya Ewropa (YE) ragihandibû ku wê dîplomatên Rûsya dersînor bikin. DYA jî ragihand ku herî kêm 60 dîplomatên Rûs bi hinceta sîxûr in wê dersînor bikin, Kanada û Ûkrayna jî heman biryar girtin.

Ji Qesera Kremlîn li ser navê Serokdewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn daxuyaniyek hate dayîn û têkildarî biryara dersînorkirinê got: “Pêkanîneke ne dostane” ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî pêkanînên li ser Rûsyayê got: “Wê helwestên bên nîşandan.”