'Rûsya berê xwe ji me biguherîne wê ev ne li berjewendiya me be'

Emmanûel Macron Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ezimand û bal kişand ser vî tiştî ku heke Rûsya xwe nêzî Ewropayê bike wê ev ‘li gorî berjewendiya wan’ be.

Macron got “Heke Rûsya berê xwe ji me biguherîne, wê ev tişt ne li gorî berjewendiya me be” û diyar kir ku di çareseriya gelek krîz û nakokiyan de rola Rûsyayê ya jêneger heye.

Hate diyarkirin ku di warên xurtkirina hebûna leşkerî ya Fransayê ya li fezayê û di warê meseleyên Ûkrayna û Sûriyeyê de jî fikrên her du serokan ji hev cihê ye.

Di hevdîtinê de Pûtîn diyar kiriye ku di meseleya Ûkraynayê de muzakereyên di navbera Rûsya, Ûkrayna, Elmanya û Fransayê de şansa wê ya serkeftinê heye. Hate diyarkirin ku Macron jî li ser vê fikrê ye.

Li ser meseleya Sûriyeyê de jî Pûtîn diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna li dijî îslamîstên radîkal ên li Îdlîbê. Pûtîn bal kişand ser vî tiştî ku wê têkoşîna li dijî terorîstên li Îdlîbê heta dawiyê bidome.

Serokê Rûsyayê Pûtîn, Serokkomarê Fransayê Macron vexwend pîrozbahiya salvegera 75’emîn a Şerê Cîhanê ye Duyemîn a ku wê di 9’ê Gulana 2020’an de were lidarxistin. Hate ragihandin ku Macron yekemîn serokê welatekî li rojava ye ku diyar kiriye wê tevlî vê pîrozbahiyê bibe.