Rûhanî: Karê me yê hilberîna fuzeyan wê bidome

Serokkomarê Îranê Rûhanî got, Îran wê karê xwe yê ji bo hilberîna fuzeyan bidomîne û îdîa kir, ku Îranê peymanên navneteweyî binpê nekiriye.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got, Îran wê karê xwe yê ji bo hilberîna fuzeyan bidomîne. Rûhanî îdîa kir, ku Tehranê peymanên navneteweyî binpê nekiriye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp roja 14'ê Cotmehê stratejiya xwe ya li ser îranê eşkere kiribû. Nava hefteyê li Meclîsa Nûneran a DYA dengdan li ser pêşnûme qanûnek li dijî bernameya fuzeya balîstîk a Îranê hatibû kirin û li hemberî 2 dengên dijber bi 423 dengan ev pêşnûme qanûn hatibû qebûlkirin.