Rûhanî: Em her roj dixebitin ji bo pêşî li şer bigirin

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, ku piştî êrişên DYE û Îranê yên li dijî hev, ew her roj dixebitin ji bo pêşî li şer bigirin.

Rûhanî got, "Hikumet her roj dixebite ji bo pêşî li şerekî bigire" û destnîşan kir ku ev yek ji bo wî 'fikareke rojane' ye.

Piştî ku DYE'yê di 3'ê Çileyê de li Bexdayê generalê Îranî Qasim Silêmanî kuşt, Îranê di 8'ê Çileyê de bi fuzeyan êriş bir ser du baregehên Emerîkî yên li Iraqê. Ev rageşî bû sedem ku fikarên li ser şerekî nû yê li Rojhilata Navîn zêde bibin.

Rûhanî ragihand ku bersiva Îranê rê li ber xisareke mezin a madî vekir.

Rûhanî bal kişand ser peymana nukleerî jî ku di sala 2015'an de hate îmzekirin û gefa têkçûnê li ser heye. Rûhanî diyar kir ku bi vê peymanê re wan îspat kirin ku di pratîkê de bi cîhana derve re dikarin bidin û bistînin.

Rûhanî got, "Bêguman ev zehmet e" û diyar kir, "Vê ji me re dibêjin: Hin mirov hene ku divê hûn jê bawer nekin." Rûhanî bi vê gotinê bal kişand ser daxuyaniyên mûxafazakarên tund ên Îranî yên der barê Ewropa û Emerîkayê de dan.

Rûhanî got, "Ev rast e" û destnîşan kir, "Eger li pêşberî we mirovên hêjayî baweriyê hebe, kar hingî hêsan e."