Rûhanî: Îran naxwaze li dijî ti welatî şer bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û got, ew naxwazin li dijî ti welatî şer bikin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Irnayê, Hasan Rûhanî Sêşemê bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Fransayî Macron re axivî.

Rûhanî got, "Di zêdebûna aloziya herêmê de berjewendiyeke Îranê nîne û DYE jî di nav de naxwaze li dijî ti welatî şer bike."

Axaftina her du rêveberan di demeke welê de hate kirin ku aloziya navbera DYE û Îranê gelekî zêde bûye.

Hate ragihandin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wê di dema civîna bilind a G20 de ku dawiya hefteyê wê li Japonyayê pêk were, bi Donald Trump re der barê Îranê de biaxive.

Li gorî Irnayê, Rûhanî ji hempîşeyê xwe yê Fransayî re gotiye ku Îranî timî alîgirê aştî û aramiya herêmê ne û wê hewldanên xwe yên di vî warî de bidomînin.

Rûhanî anî ziman ku DYE ji aloziya li herêmê berpirsyar e û diyar kir, balafira bê mirov a Emerîkî piştî ku qada hewayî binpê kir du caran hate hişyarkirin û piştre hate xistin.

Rûhanî got, "Eger DYE bi rengekî neqanûnî bixwaze bikeve qada peravî ya Îraniyan wê hêzên çekdar bi biryardarî bersivê bidin."