RSF: Li Îranê 860 nûçegihan 'hatin girtin an jî înfazkirin'

Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) got, di navbeyna 1979-2009'an de li Îranê bi kêmanî 860 nûçegihan 'hatine girtin, girtî ne an jî hatine înfazkirin''

RSF ya bi navenda Parîsê vê rapora xwe dispêre ser tomariyên fermî yên daraza Îranê. Di raporê de girtin, cezayê girtîgehê û înfazên li herêma Tehranê yên di nav dehan salan de pêk hatine, tê vegotin.

Ev rapor li Parîsê 2003'yan di konferansekê de dema ku parêrekî Îranî Şîrîn Ebadî Xelata Aştiyê ya Nobelê distîne tê parvekirin.

RSF'ê diyar kir di dest wan de tomariyên pêvajoyên hiqûqî yên nêzî 1,7 milyon mirovî hene, ku ji hemû kategoriyên civaka Îranê hatine. Di nav van de ku nûçegihan jî hene, jinan, mêran, endamên kêmarên dînî û etnîk, girtiyên edlî û ramanê jî têkildar dike.

RSF dibêje statûya girtiyan bi zelalî nehatine diyarkirin, bal kişande ser ku di tomaran de ti derbirînek tine ku kes nûçegihan e yan na, rejîma Îranê bi vî rengî hewl dide ku nîşan bide li girtîgehan 'sûcdarên ramanê' nîn in. Di raporê de hate gotin, ''ji bo rexneyên wiha yên pêkan werin bêdengkirin ev dereweke bi mebest a dewletê ye.''

Di encama xebatan de ya li ser tomariyan hate tespîtkirin ku bi kêmanî 860 nûçegihan di navbeyna salên 1979-2009'an de an hatine girtin, an hê di girtîgehê de ne an jî hatine înfazkirin. Tê gotin di nav van de bi kêmanî 4 nûçegihanên profesyonel jî hene.

RSF bêyî ku hijmareke zelal diyar bike got, ''Bi dehan sûcdarên ramanê, bloger an jî kesên ku organên çapemeniyê rê ve dibin ji hêla rejîmê ve hatine înfazkirin.''