RRF’ê biryara naskirina Îsraîlê nepejirand

Di civîna Konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filistinê de biryara naskirina Îsraîlê nehate pejirandin. Konsey ji nû ve naskirin bi şertekî ve girêda.

Di konseya navendî ya Rêxistina Rizgariya Filistinê (FKO) de roja Dûşemê têkildarî Îsraîlê dengdayîn çêbû. Konsey ji bo gotubêjê li ser biryara Serokê DYA Donald Trûmp a ku Qudis weke paytexta Îsraîlê naskirîbû, lihev civiya.

Di civinê de serokê rêveberiya Filistinê Mahmûd Abbas nerazîbûn nîşanî biryara Trûmp da û diyar kir û biryara  Trûmp ji bo pirsgirêka sedsalan bi ‘şimaqa sedsalan’ bi nav kir.

Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas ragihand ku Îsraîlê dawî li peymanên Osloyê aniye, ya ku li ser otonomiya Fîlîstînêya sala 1993'an hatibû îmzekirin.

Têkildarî civînê şêwirmendê Serokatiya Rêveberiya Filistinê Nabîl Şaat ji ajansa nûçeyan a Rus Sputnîkê re axivî û diyarkir ku heta Îsraîl Filistinê weke dewletekê nasneke, wê Îsraîlê weke dewletekê nas nekin.