Rojnamevana Rûsî Marîna Ovsîannîkova li Moskovayê hat girtin

Rojnamevan Marîna Ovsîannîkova ku bi dijbertiya xwe ya vekirî ya li hemberî şerê li Ûkraynayê tê nasîn, bi hinceta ku artêşa Rûs “bê îtîbar” kiriye hat girtin.

Parêzerê rojnamevana Rûsî Marîna Ovsîannîkova ya ku li dijî şerê li Ûkraynayê derketî, ragihand ku rojnamevan Marîna bi hinceta artêşa Rûsyayê “bê îtîbar” kiriye îro hat girtin.

Parêzer Dmîtry Zakhvatov di îfadeya ku dayî AFP’ê de diyar kir ku bi hinceta têkildarî artêşa Rûs “agahiyên ne rast belav kirine”, derbarê Marîna Ovsîannîkova lêpirsîn dane destpê kirin û hat girtin.

Ji dawiya meha Tîrmehê û vir ve Marîna Ovsîannîkova, bi taybet ji ber ku di medyayê dîjîtal de peyamên ku şerê li Ûkraynayê rexne dikin parve kiriye û bi hinceta artêşa Rûs “bê îtîbar” kiriye, du caran cezayê pere lê hat birîn.

Piştî ku ji dervey welat çend mehan ji bo rojnameya Dîe Welt a Elman xebitî, di destpêka meha Tîrmehê de ji bo ku pirsgirêkek a têkildarî velayetiya du zarokên xwe de çareser bike vegeriya Rûsyayê.

Rûsya bi salên dirêje dengên ku Kremlînê rexne dikin ditepisîne. Ji şerê Ûkraynayê û vir ve li dijî kesên ku artêşa Rûs rexne dikin, pêkanînên cezayan zêde bûne.