NÛ BÛ I

Rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Ûs jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de li Amedê hatin kirin de rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Ûs jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de endama Odeya Şêwirmendiya Malî Songul Îpek, endama Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sema Koç, Zûhal Ayaz, Fatma Opçîn û Mûhammet Ozer jî hene.

Hate îdiakirin ku kesên di çarçoveya lêpirsîneke dîroka wê 2021'e de hatine binçavkirin, bi îdiaya "ji girtîgehê re per şandine" hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin.

Hate zanîn ku Zûhal Ayaz di çarçoveya operasyona navenda wê Kocaelî de di 6'ê cotmeha 2023'yan bi heman îdiayan hatiye binçavkirin û pişt re hatiye berdan.