Riyad û Tel Avîv li dijî Îranê nêzî hev dibin

Prensê welîaht ê Erebîstana Siûdî, beriya kuştina Fîlîstîniyan li Şerîda Gazzeyê daxuyaniyek da û got, pirsgirêka welatê wî bi Yahûdiyan re nîne.

Prensê welîaht Mûhammed bîn Salman got, "Mafê Îsraîlê jî heye ku mîna Fîlîstîniyan xwedî netewe-dewlet be. Lê belê ji bo têkiliyên asayî, ji bo aramiya her yekê ji wan, pêwîstî bi peymana aştiyê heye."

Vê daxuyaniyê rê li ber şîroveyeke welê vekir ku Erebîstana Siûdî û Îsraîl xwe nêzî hev dikin. Ev nêzîkbûna li hev, li dijî Îranê ku weke "dijminê hevpar" tê binavkirin, şênber dibe. Aloziya navbera Tehran û Riyadê her zêde dibe.

Mûhammed bîn Salman, daxwaza lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney a ji bo bidestxistina axê şiband dema Hîtler. Prensê Siûdî got, "Hîtler jî li ber lîderê olî yê Îranê yekî baş e" û wiha dewam kir, "Hîtler hewl da Ewropayê feth bike, lê belê lîderê olî hewl dide cîhanê feth bike."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî beriya niha bi demekê diyar kiribû ku welatê wî "tifaqeke pêwîst e" ji bo welatên Ereb ên li dijî Îranê.