Rîsk zêde ye ku di navbera Katalonya û Spanyayê de şer rû bide

Biryara Spanyayê ya desteserkirina saziyên Katalonyayê, ku piştî ragihandina serxwebûnê hate girtin, dikare şer sor bike. Şensê danûstandinan êdê ji dest çû.

Piştî Katalonyayê serxwebûn ragihand, Spanyayê rêveberiya xweser ji holê rakir. Madrîdê îlan kir, ku wê hilbijartina li Katalonyayê roja 21'ê Kanûnê ji nû ve bê kirin. Lê belê di rewşekê de ku Parlamenta Katalan serxwebûn ragihandiye, cihê meraqê ye ku Spanya we vê biryara xwe çawa bi cih bîne.

Piştî referandûma 1'ê Cotmehê, duh li Parlamenta Katalonyayê duh dengdan hate kirin û bi dengê 70 ji 132 parlamenteran serxwebûn hate ragihandin.

SEROK JI ALIYÊ MADRÎD A SERWERIYA WÊ NAYÊ NASKIRIN VE 'JI WEZÎFEYÊ HATE GIRTIN'

Di heman demê de xala 155'an a Destûra Bingehîn, ku rêveberiya xweser a li Katalonyayê betal dike, pêşkêşî dengdana Senatoyê hatibû kirin. Bi vê yekê re Serokê Herêmê Carles Pûîgdemont ji wezîfeyê hate girtin û hikumet û Parlamenta Katalonya hat 'fesihkirin'.

Lê belê, rêveberiya Katalonyayê beriya ragihandina serxwebûnê ji xwe bi xala 155'an zanîbûn û li bendê bûn ku ev xal bikeve meriyetê.

BERSIV JI BANGÊN DIYALOGÊ RE NEHAT DAYIN, RÎSKA ŞER HEYE

Katalonyayê demeke dirêj ji Spanyayê dixwest ku hê bêhtir xweser bibe û banga diyalogê li Madrîdê dikir. Lê belê ji ber ku Madrîdê bersiv neda van daxwazan, beşeke girîng a gel alîgirê referandûmê bû. Ev yek destê Madrîdê qels dike.

Madrîdê tevî betalkirina rêveberiya xweser, her wiha biryar da ku 21'ê Kanûnê li Katalonyayê hilbijartin were kirin. Li Katalonyayê, ku 90 ji sedî yê dengdêrên tevlî referandûmê bûn ji bo serxwebûnê dengê erê dan, cihê meraqê ye ku di pêvajoyeke bi vî rengî de wê çawa hilbijartina herêmî were kirin.

Tê payin ku Spanya zexta xwe ya li ser Katalonyayê girantir bike û hişyarî tê dayin ku rîska şer zêde ye.