Bi sedan komîteyên Xaça Sor û Heyva Sor ên li tevahiya cîhanê, her wiha tevgerên ku bi dehan milyon mirovên bi dilxwazî dixebitin li hev kom dikin, daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de krîza mezin a ji ber şewbê hate bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber krîzê hewl tê dayin alîkariya însanî bi lez bê kirin û pêwîstiya bi alîkariya ji bo mirovên tengav hate destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo alîkariya bi lezgînî pêwîstî bi piştgiriya lezgîn a mirovan heye û hate ragihandin ku pêwîstî herî kêm bi 3.2 milyar dolarî heye. Alîkariya ku bê komkirin wê bi rêya komîte û federasyonên tevgera alîkariyê ji rêxistinên welatan re bê şandin.
Tevgera Xaça Sor û Heyva Sor ji sê yekîtiyên cuda pêk tên. Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC), Xaça Sor a Navneteweyî û Federasyona Civakên Heyva Sor (IFRC). Her wiha rêxistinên Xaça Sor û heyva Sor ên li 192 welatan pêk tên.
Di kampanya alîkariyê de ICRC dixwaze milyarek û 950 milyon dolarî kom bike. IFRC jî dixwaze bi rêya rêxistinên endamên xwe milyarek û 240 milyon dolarî ji bo alîkariyê kom bike.