Rewşa nediyar a namzetiya Mîr Selîm
Ji namzetên Serokkomariya Îranê Mûstafa Mîr Selîm eşkere kir, ku ew ji namzetiyê venekişiya ye.
Ji namzetên Serokkomariya Îranê Mûstafa Mîr Selîm eşkere kir, ku ew ji namzetiyê venekişiya ye.
Duh hatibû ragihandin, ku Mûstafa Mîr Selîm xwe ji namzetiya Serokkomariya Îranê vekişandiye, lê Mîr Selîm îro bi daxuyaniyekê ragihand, ku nûçeyên di vî warî de hatine weşandin ne rast in.
Daxuyaniya li ser vekişîna ji namzetiyê ya Serokê Şûra Partiya Koalîsyona Îslamî (ÎKP) Mîr Selîm ji aliyê partiya wî ve hatibû dayîn. Di daxuyaniya ÎKP de ku duh bi şev li malpera fermî ya partiyê hate weşandin, hatibû ragihandin ku Mîr Selîm ji bo namzetekî din ê mûxafazakar Îbrahîm Reîsî xwe vekişandiye.
Vê carê jî daxuyaniyek ji aliyê buroya hilbijartinê ya Mîr Selîm ve hate weşandin û bi zimanekî zelal hat destnîşankirin, ku nûçeyên li ser vekişîna Selîm û daxuyaniya li malpera ÎKP'ê ne rast in. Tê payîn hilbijartina di 19'ê Gulane de bê kirin, di navbera Serokkomarê heyî Hasan Rûhanî û Reîsî de derbas bibe. Tê gotin, Rûhanî hê bêhtir nêzî serketinê ye.