Rêveberiya DYA'yê li balafirgehan wê tevdîran bijidîne

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li balafirên ku wê ji gelek balafirxaneyan rabin û ber bi welêt ve werin, li ser amûrên elektorîk tevdîr jidand.

Serokê Ewlehiya Navxweyî yê DYA’yê John Kelly bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo balafirên ku ji 280 balafirxaneyan wê rabin û werin welêt wê tevdîrên ewlehiyê bijidînin.

Meha Adarê biryar hatibû standin ku ji 10 welatên balafirxaneyan biyanî wê nikaribin kompîtir û amûrên elektronîk bixin balafirên ku ji van welatan radibin, niha ev tevdîr bêhtir têne jidandin.

Di nav çawçoweya tevdîran de tê xwestin ku şîrketa balafirxaneyan amûrên elektronîk ên di balafiran de zêdetir kontrol bikin. Şîrketên ku van tevdîran nestînin wê destûr neyê dayin ku kompîtir û amûrên dî yên elektronîk têxin balafiran.

Li gorî daxuyaniya John Kelly şîrketên ku li gorî rêgezên ewlehiya rabûnê ya DYA’yê neçin, dibe ku qedexe li ser wan were danîn û nikaribin têkevin DYA’yê jî.

Tê gotin ev tevdîr bi wê mebestê ne ku bi vê tê xwestin rîska êrîşên terorîst ên li dijî DYA’yê werin kêmkirin.