Rêveberiya Şamê ji peymana Idlibê dilxweş e!

Wezareta Karê Derve ya Sûriyê got ew ji peymana di navbeyna Rûsyayê û Tirkiyê de dilxweş in.

Li gorî ajansa nûçeyan Sanayê jêdereke ji Wezareta Karê Derve peymane li ser Idlibê pîroz kir.
Jêdera navborî got, ''Ew hemû hewldanên wiha ku lê li ber herikandina xwînê digirin û ewlehiyê pêk tînin, bi xweşbînî pêşwazî dikin.''

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokkomarê Tirk  Recep Tayyîp 17'ê Îlonê li Moskowê li hev rûniştibûn.

TIRKIYE WÊ ÇETEYÊN XWE ÇAWA VEQETÎNE

Putîn û Erdogan ragihandin ku wan li hev kirine li Idlibê wê herêmeke wiha ya ji çekan hatî valakirin were avakirin da ku hêzên hikûmetê û hêzên 'muxalefet'ê ji hev werin qutkirin.
Biryar li ser hate standin ku herêma Tampon nîvê meha Cotmehê were avakirin. Li gorî vê El Nusra jî di nav de wê were xwestin ku komên 'radîkal' herêmê berdin.

Hê nayê zanîn bê ka dewleta Tirk wê van çeteyan ku paşmêriyê li wan dike heta nîvê Cotmehê çawa ji hev veqetîne.