Reqîbê Sisi tune, serkeftina wî teqez e!

Li Misirê di hilbijartina Serokkomariyê de ya ku roja Duşemê pêk hatibû, tê payîn ku Abdul Fetah El Sisi bi ser bikeve.

Li Misirê ya ku welatekî mezin ê cîhana Ereban e, roja Duşemê sibehê ji bo serokkomariyê sindoq hatibûn danîn. Li Misirê 100 milyon kes dijîn û 60 milyon kes mafê wan ê dengdayînê hene.

Ji ber ku namzetên xurt tune, ev hilbijartin ji hilbijartinê wêdetir wekî referandûmê ye.

Musa Mustafa Musa yê ku diyar dike ew reqîb e, wekî piştevanê Serokkomar Sisi tê zanîn. Hemû namzetên din bi sedemên cihê dîskalîfye bûn. Hinek jê hatin girtin, hinek jê jî xwe bi paş ve kişandin.

Sisi diyar kir ku wî dixwest reqîbê wî hebe û ji ber nebûna reqîban ew xemgîn e.

Di hilbijartina borî de rêjeya tevlîbûnê ji sedî 37 bû û rayedaran dema dengdanînê saeteke din dirêj kiribûn û rêje bûbû ji sedî 47,5.

Tê payîn ku dengdayîn heta roja Çarşemê bidome. Encam wê di 2’ê Nîsanê de were eşkerekirin.

Li Misirê hilbijartin ji sala 1981’ê heta ketina Husnu Mubarek a sala 2011’an domiya. Dema ku Muhammed Mursi bû serokkomar ji ber zextan gel nerazîbûna xwe nîşan da.

Mursi bi darbeyeke leşkerî ji kar hate stendin û di sala 2014’an de hilbijartin pêk hat. Piştre jî Sisi di hilbijartinan de nêzî ji sedî 97 deng stend û bû serokkomar. Ev serdem ji bo koma ‘Biraderên Misilman’ bû serdemeke reş.