Rejîma Erdogan di hedefa komên otonom ên Elman de ye

Komên çep ên otonom, ku hin çalakiyên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di dema pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de qewimîn li xwe girtin, dan xuyakirin ku armanca wan a sereke protestokirina rejîma Erdogan bû.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, di dema pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên îsal de, şaxê Deûtsche Bank û hin marketên Tirk jî di nav de li hemberî gelek kargehan bi molotofkokteylan êrîş hatibûn kirin.

Komên çep ên otonom ên Elman ev êrîş li xwe girtin û bi daxuyaniyekê ragihandin, ku armanca wan a bingehîn protestokirina rejîma Erdogan bû. Komên navborî diyar kirin, wan çalakiyên xwe ji bo 'piştgiriya bi Kurdan re' lidar xistine û şaxe Deûtsche Bank jî ji ber ku piştgiriyê dide rejîma AKP'ê, kirine hedef.

'NABE KU EM BÛYERÊN LI TIRKIYEYÊ JI NEDÎTÎ VE BÊN'

Komên otonom ragihandin, bufeyeke ku di dema referandûma 16'ê Nîsanê de afîşa 'Erê' lê hatibû daliqandin û marketeke ku xwediyê wê destek dida rejîma AKP'ê kirine armanca çalakiyên xwe. Di daxuyaniya hevpar a komên otonom de, ku di rojnameya Hambûrger Morgenpost de hate weşandin, wiha hate gotin:

"Nabe ku em rewş û bûyerên li Tirkiyeyê ku roj bi roj giran dibin, ji nedîtî ve werin. Çalakiyên me yên li bajarê Hambûrgê bi spontane hatin kirin, beşek ji helwesta me ya li dijî dewleta Tirk e. Kargehên çalakî li wan hatine kirin, bi rengekî rasthatî nehatine hilbijartin."

'BILA ERDOGAN NEYÊ HAMBÛRGÊ'

Komên otonom bal kişandin ser civîna bilind a lîderên G20'an, ku wê di meha Tîrmehê de li Hambûrgê bê lidarxistin û gotin, "Çalakiyên me yên di 1'ê Gulanê de hatin lidarxistin, ji bo civîna bilind a G20'an tenê xwegerm kiribûn."

Komên çep diyar kirin, mîna 1'ê Gulanê ew ê di meha Tîrmehê de jî li dijî hedefên ku nayên texmînkirin çalakiyan lidar bixin û gotin, "Em ji niha ve hişyar dikin; Bila Erdogan û sûcdarên din ên şer, dijminên mafên mirovan neyên Hambûrgê."

Di civîna bilind a G20'an de, ku wê di 7-8'ê Tîrmeha 2017'an de li Hambûrgê were lidarxistin, wê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trûmp jî amade be.