Rejîma Şamê ber bi bakurê rojava ve pêşve diçe

Hêzên hikûmeta Sûriyeyê, hema piştî xirabûna agirbestê bi şûn ve li bakurê rojavayê welat gelek dever bi dest xist.

Li gorî daxuyaniya artêşa Sûriyeyê, dewleta Tirkiyeyê li gorî peymana agirbestê tevnegeriyaye, ragihand ku operasyonên xwe yên li Herêma Îdlibê ji nû ve dane destpêkirin. Agirbest roja Pêncşemê ketibû meryetê.

Artêşa Sûriyeyê di nava du rojan de gelek gundên dikevin bakurê parêzgeha Hamayê xistin destê xwe. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, yekîneyên Şamê nêzî bajarên Latamneh, Kafer Zayta û El Habît ên di bin kontrola komên çeteyan de ne bûne.

Fermandarê koma çete ya bi navê Ceyş El Ezzaz Mûstefa Bakur ê ji Reûtersê re axivî got: “Rewş aloz e, lê girtina herêmên ji destê me derketine, em dikarin şûnde bigirin. Em kar dikin.”

Hêzên artêşa Sûriyeyê ku li gel Rûsyayê di nava îtifaqê de ne ji meha Nîsanê û vir ve li dijî herêmên dawî yên li herêma Îdlib û Hamayê yên di destê çeteyan de ne dest bi operasyonê kiribûn. Çeteyên li van qadan ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştevanîkirin.