Rayedarên DYA û Koreya Bakur wê careke din li hev rûnên

Hate ragihandin, danûstandinên navbera DYA û Koreya Bakur ên ji bo terikandina bernameya nukleerî dest pê kirin, wê bi hevdîtina roja Yekşemê re bidomin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), wezîr Mîke Pompeo wê roja Yekşemê bi lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn re rûnê.

Berdevka wezaretê Hearther Naûert got, hevdîtina Pompeo û Kîm Jong-ûn wê li Pyongyangê pêk were. Naûert diyar kir ku mijara bingehîn a hevdîtinê wê pêvajoya terikandina nukleerê be ku Koreya Bakur di nava salê de ev pêvajo ragihandibû.

Berdevk Naûert ragihand, Wezîrê Karên Derve Mîke Pompe wê rojên Şemî û Duşemê jî tevî Koreya Bakur serdana Japonya, Koreya Başûr û Komara Gel a Çînê bike. Pompeo wê bi Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe û Serokdewletê Koreya Başûr Moon Jae-în re hevdîtinê bike.

Di navbera Koreya Bakur û DYA'yê de ji ber ceribandina fuzeyên nukleerî û balîstîk sala 2017'an krîzê dest pê kiribû. Ev krîz mehên destpêkê yên vê salê bi destpêkirina danûstandinan re bi awayekî surprîz ketibû ser rêya çareseriyê. Serokê DYA'yê Donald Trûmp û Serokdewletê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn roja 12'ê Hezîranê li Sîngapûrê li hev rûniştibûn.