Rageşiya li Şerîa Rojava dewam dike

Hêzên Îsraîlê avêtin ser gelek cihên li Şerîa Rojava. Tê gotin, li Kampa Penaberan a El-Arubê şerekî dijwar qewimiye.

Leşkerên Îsraîlê danê sibehê avêtin ser gelek cihên li Şerîa Rojava û lîderê Hamasê Cemal Ferah El-Tavil jî di nav de 23 kes destgîr kirin.

Leşkerên Îsraîlê her wiha ketin nava Kampa Penaberan a El-Arub ku li bakurê bajarê El-Halîl e. Di navbera leşkerên Îsraîlê û ciwanên Fîlîstînî de şerekî dijwar qewimî. Ciwanan molotof avêtin benda kontrolê ya leşkerên Îsraîlê ya li pêşiya kampê. Leşkeran jî bi fîşekên rastî û plastîk, bi gaza ku çavê mirovan dişewitîne dest li ciwanan werdan.

Hate ragihandin ku wesayiteke leşkerên Îsraîlê xera bûye û ciwanan jî bi keviran êrîşî vê wesayitê kirin, ji ber vê yekê jî şerekî dijwar qewimiye. Hate gotin, ji bo rizgarkirina leşkerên di wesayitê de asê mane hêzeke din a leşkerî ber bi herêmê ve hatiye şandin.