Radestkirina erkên rêveberiya Gazzeyê hat taloqkirin

Hevdîtinên aştiyê yên navbera El Fetîh û Hamasê bi navbeynkariya Misrê didomin. Radestkirina saziyên li Şerîda Gazzeyê ji bo rêveberiya Fîlîstînê ya bi lîderiya Mahmûd Abbas, ji bo demekê hat taloqkirin.

Kontrola Gazzeyê ji sala 2007'an û vir ve di destê Hamas a Îslamî ya radîkal de ye. El Fetîh jî Şerîa Rojava kontrol dike.

Ji bo dawî li vê rewşa parçebûyî ya li Fîlîstînê were anîn, li Misrê hevdîtinên aştiyê ji nû ve hatibû destpêkirin û li hev hatibû kirin ku rêveberiya Gazzeyê radestî Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê were kirin. Biryara li ser vê xalê, di peymana aştiyê ya meha Cotmehê de hatibû dayin.

Lê belê di hevdîtina navbera nûnerên Hamas û El Fetîhê de biryar hate dayin ku radestkirina erkê heta 10'ê Kanûnê bê taloqkirin.

Piştî şerê sala 2006'an ê Hamasê, bi deh hezaran karmend û wezîfedarên îdarî yên ji El Fetîhê sala 2007'an neçar mabûn dest ji wezîfeya xwe ya li Gazzeyê berdin. Hê ne diyar e ku rewşa 43 hezar karmendên Hamasê ku niha li ser kar in, wê çi be.