Qibrisê berê xwe da dadigeha dadwerî ya navnetewî

Serokkomarê Qibrisê Nîkos Anastesiyadîs ragihand ku welatê wî ji dadgeha dadwerî xwestiye ku ji ber tevgerên Tirkiye yên ne qanûnî, mafên wê ya di çavkaniyên deryayî de biparêzin.

Roja pêncşemê Serokkomarê Qibrisê Nîkos Anastansiyadîs diyar kir ku çûyîna dadigeha navnetewî ya li Laheyê bi armanca parastina mafê serweriya Qibrisê bûye û bal kişande ser wê yekê ku dibe bi wê hewldanê re zehmetî derkevin.

Serokkomarê Qibrisê wiha qala axaftina xwe ya ji dagehê re kiribû: "Ji bo parastina mafên serweriya Qibrisê em ê berê xwe bidin rêbazên qanûnî û forûmên navnetewî û rêxistinên navnetewî. Lewma ji bo vê me berê xwe da dadigeha dadwerî ya navnetewî.”

Li ser pirsa, ‘’Gelo çûyîna dadigeha dadwerî pêwîstî bi razîbûna her du aliyan heye?’’, Anastesiyadîs got, " Dema ku welatek bixwaze biçe dadigehê ji bo wê rêgezên nîşankirî hene. Me balyozxaneya Tirkiyê ya li Atînayê agahdar kir lê nehat pejirandin. Me bi çend awayên din jî hişyarî û agahî rêkir. Li gel me belge hene ku ew hatine agahdar kirin; lewre niha mafê me ye ku em biçin dadgehê.”

Piştî peymana deryayî ya di navbera Tirkiye û El-Sirac de, ku bi razîbûna 293 endamên perlemena Tirkiyê hatî pejirandin,  nakokiyên di navbera Tirkiye û Misir, Qibris û Yewnanîstanê geştir bûne.

Di heman demê de Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan eşkere kiribû hindek welat hene ku ji peymana Tirkiyê-Lîbyayê aciz in û gotibû ku welatên weke Misir, Yewnanîstan, Qibris û Îsraîl li dijî vê peymanê ne û ew aliyane yekîtiya ewropayê jî sor dikin. Erdogan destnîşan kiribû ku ev mijar ji aliyê Elmaniya û Fransayê ve di civîna çar alî de, ya li Londonê  raber kirine û berdewam kir ku dema  gotinên xwe yên li ser mijara hevpeymanê anîn ziman, Fransa acizbûna xwe nîşan daye. Girêdayî vê mijarê roja çarşemê di civîna NATO de, ya li Londonê Serokwezîrê Yewnanîstanê Kriyakûs Mîtûtakîs nerazîbûna xwe nîşan dabû û gotibû ku nakokiyê di navbera Qibris û Tirkiyê de berdewam in.