Qesra Spî wê tevlî îdîanameya ezilkirinê nebe

Rêveberiya DYE'yê bi çarçoweya pêvajoya ezilkirina Donald Trûmp, xwe neda ber hevkariya haziriya îdîanameya li Meclîsa Nûneran.

Piştî îdîayên ku Donald Trûmp bi Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî re ji bo ku rikberê wî yê ji Partiya Demokrat Joe Bîden bikeve rewşeke zor bazar li ser kirî da ku lêpirsînê veke, Kongreyê pêvajoya ezilkirinê da destpêkirin.

Li Meclîsa Nûneran ku yek ji lingê KongreyYê ye, bi çarçoweya lêpirsîna ku dom dike, gelek şahid hatin guhdarîkirin, li Komîsyona Dadmendiyê jî ji bo sûcdariyên derbarê Trûmp wê îdîaname were hazirkirin. Lê Qesra Spî li gel bangê jî lê radiweste ku tevlî vê pêvajoyê nebe.

Parêzerê Qesr Spî Pat Cîpllone îdîa kir ku sûcdariyên li ser Trûmp 'bêbingeh' in. Cîpollone ji Serokê Komîsyona Dadmendiyê ya Meclîsa Jerrye Nadler re name nivîsî û îdîa kir sûcdariyên di îdîanemeyê de ne rast in.