'Qesra Spî ji bo Rûsya û nîjatperestan zexta îstîhbaratî kir'

Tê îdîakirin Qesra Spî ji bo ku asteng bike ku 'destwerdanên' Rûsyayê yên li ser DYE'yê dernekeve holê zextê li rayedarên îstîxbaratî bike.

Di gilih de yê li ser navê peywirdarê îstîxbaratê yê payebilind Brîan Murhpy, tê gotin Wezîrê Ewlehiya Navxwe zextê dike da ku raporên têkilî Rûsyayê neyên şandin. Li gorî vê, Wezîrê Ewlehiya Navxwe Chad Wolf xwestiye ku raporên têkilî destwerdanên Rûsyayê tên li karê navxwe yê DYE'yê nedin Murphy.

Li gorî îdîayê wezîr xwestiye li şûna Rûsyayê agahî were dayin ku Çîn û Îran destwerdanan dike. Tê îdîakirin Wezîr Wolf gotiye rasterast Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Donald Trûmp Robert O'Brîen ev daxwaz kiriye.

Di gilhê navborî de  ku dane ber Mifetişiya Giştî ya Wezareta Ewlehiya Navxwe her wiha tê gotin ji Murphy hatiye xwestin gefê n komên spî yên nîjatperest ne girîng were nîşandan, li şûna vê 'tundiya' komên çepgir derxînin pêş.