Qatar 2022: Hê jî keda koçberan didome

Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty International) raporek weşand û bal kişande ser kedxwarina mûçeyê xebatkarên biyanî yên li Qatarê kar dikin ku wê Kûpaya Cîhanê ya 2022’an were leyîstin.

Li gorî rapora Rêxistina Efû yê, ev 10 meh in mûçeyê xebatkarên biyanî yên li Qatarê di çêkirina stad û rêyan de kar dikin nayê dayîn. Di raporê re nedayîna mûçeyan a şîrketa bi navê Mercury Mena ya ji bo karkerên Nepal, Hindistan û Fîlîpînê tê rexenkierin û daxwaz ji rêveberiya Qatarê tê kirin ku pirsgirêkan çareser bike.

Di raporê de tê gotin gelek mafên kedkarên koçber tên binpêkirin û jiyana gelekan ji wan ‘hatiye mehfkirin’ û tenê şîrketa navborî mafê bi sedan kedkaran xwariye.

Di raporê de tê gotin, ji ber sepandina sîstema ‘kefale’ ya bi zorê kedkarên Qatarê tên xebitandin. Ev sîstem terikandina welat ya xebatkarên koçber û derbasbûna şîrkete din qedexe dike û tê gotin ev sîstem weke amûra mêtîngeriyê tê bikaranîn.

Tê zanîn li Qatara ku bi îdîaya bertîlê Kûpaya Cîhanê ya 2022’an girtiye di salên dawî de gelek kedkar di çêkirina stadê û rêyan de mirine. Hikumeta Qatarê serê vê mehê ragihandibû ku wê destûr were dayin ji bo koçberên ku dixwazin welat biterikînin. Lê têkildarî wê kîjan dîrokê destûr were dayîn agahî nehatibû parvekirin.