Putîn ‘eger pêwîst bike’ ew amadeye bi Zelenski re hevdîtin bike!
Kremlîn, diyar kir ku divê ne tenê ji bo şerê li Ukraynayê, ji bo pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê yên li Ewropayê jî çareserî pêk were.
Kremlîn, diyar kir ku divê ne tenê ji bo şerê li Ukraynayê, ji bo pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê yên li Ewropayê jî çareserî pêk were.
Berdevkê Serokê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Peskov, got ku Putîn ‘eger hewce bike’ amade ye bi Zelenski re hevdîtin bike.
JI ENDAMTIYA YEKÎTIYA EWROPAYÊ RE ‘ERÊ’, JI NATO’YÊ RE ‘NA’
Peskov, diyar kir ku ew mafê Ukraynayê ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê nas dikin, lê li dijî endamtiya wê ya NATO’yê ne.
Peskov got, "Çareseriyeke demdirêj û pêkan bêyî lêkolîneke berfireh a pirsgirêkên ewlehiyê yên li Ewropayê ne mimkûn e."
HEVDÎTINÊN RÛSYA Û EMERÎKAYÊ LI RIYADÊ DESTPÊ KIRIN
Li gorî Kremlîn rayedarên Rûsiya û Emerîkî li Riyadê ji bo ‘germkirina têkiliyên cemidî’ li hev civiyan. Kremlîn, diyar kir ku divê ne tenê ji bo şerê li Ukraynayê, ji bo pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê yên li Ewropayê jî çareserî pêk were. Ev hevdîtin piştî hevdîtina telefonê ya dirêj a Putîn û Trump a di 12’ê Sibatê de pêk hat.
Washington li hemberî hevalbendên xwe helwestên tund raber dike. Ji ber vê germbûna têkiliyên di navbera Rûsya û Emerîkayê de, dibe sedem ku serokên Ewropayê û Ukraynayê bixe nava fikaran.