Puigdemont bang li hikumeta Elman kir

Lîderê Katalan ku bi daxwaza Spanyayê ya ji bo radestkirinê li Elmanyayê hatiye girtin, bang li hikumetê kir ku pêşî li radestkirinê bigire.

Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont ku hefteya bihurî ji bo ji Danîmarkayê biçe Belçîkayê di ser Elmanya re derbas bû, hate binçavkirin. Li Spanyayê bi sûcdariya "raperînê" doz li Puigdemont hate vekirin û tê xwestin ku bi 25 salan cezayê girtîgehê were cezakirin. Biryara li ser radestkirina Puigdemont hê nehatiye dayin.

Parêzerê Puigdemont Soren Schomburg diyar kir ku muwekîlê wî bang li hikumeta Elman kiriye ku biryara dawî ya li ser radestkirinê wê ji aliyê hikumetê ve bê dayin. Schomburg ji kovara Der Spiegelê re axivî û destnîşan kir ku biryareke gengaz a ku ji bo radestkirinê were dayin divê ji aliyê hikumeta federal ve neyê qebûlkirin.

Ji bo radestî Spanyayê were kirin, tevî biryara Dadgeha Bilind a Eyaleta Schleswig-Holsteinê her wiha divê hikumeta Elman jî biryarê erê bike. Tevî ku erka biryarên wiha ji hikumetên eyaletan re hatibin hiştin jî hikumetê eyaletan dixwazin hikumeta federal bi vê erkê rabe.

27'ê Cotmeha 2017'an piştî ku Parlamenta Herêma Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand, parlament û saziyên xweser hatibû betalkirin û 21'ê Kanûnê hilbijartina pêşwext hatibû kirin. Di vê hilbijartinê de alîgirên serxwebûnê dîsa bi ser ketibûn.